Tirkiye

"Şewata daristanê ya li Muxlayê tesîr li qadeke 350-400 hektarî kir"

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî: "Ber destê sibehê hemû firokeyên me rabûn. Me hejmara firokeyan ji 13an derxist 19an. Niha rewş ji duh çêtir e. Duh li 350 hektarî şewat hebû."

Nihat Kavşut  | 12.07.2019 - Rojanekırın : 13.07.2019
"Şewata daristanê ya li Muxlayê tesîr li qadeke 350-400 hektarî kir"

Muğla

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî der barê şewata daristanê ya li Muxlayê da wiha got: "Ber destê sibehê hemû firokeyên me rabûn. Me hejmara firokeyan ji 13an derxist 19an. Niha rewş ji duh çêtir e. Duh li 350 hektarî şewat hebû. Piştî bi temamî hat temirandin wê eşkere bibe, lê em texmîn dikin kêm-zêde tesîrê li qadeke 350-400 hektarî kiriye."

Pakdemirlî li navenda qeyranê ya Midûriyeta Giştî ya Daristanê xebatên temirandina şewatê teqîb kir û li Şeftiya Daristanê ya Gocekê daxuyanî da rojnamevanan.

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî der barê şewata daristanê ya li Muxlayê da destnîşan kir li qadeke 30 û 50 hektarî agir hil dibe û got ku bi taybetî bi wesaîtên esmanî em avê direşînin ji bona agir bitemirînin û wiha dewam kir: "Ber destê sibehê hemû firokeyên me rabûn. Me hejmara firokeyan ji 13an derxist 19an. Niha rewş ji duh çêtir e. Duh li 350 hektarî şewat hebû. Piştî bi temamî hat temirandin wê eşkere bibe, lê em texmîn dikin kêm-zêde tesîr li qadeke 350-400 hektarî kiriye."

Bekir Pakdemirlî diyar kir rica dikim guh nedin dezenformasyonê û wiha got: "Ez li ser medyaya civakî dibînim. Ez bangî hemû xelkê Muxlayê dikim ku payîzê li qadên ku şewitîne şaxan daynin."

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî destnîşan kir kesên dixwazin ji bona betlaneyê bên herêmê bi rehetî dikarin werin û got ku li wargehan talûke tuneye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.