İbrahim Atmaca
21 Mijdar 2018•Rojanekirin: 22 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Komeleya Pîşesaz û Karsazên Serbixwe (MUSÎAD) îsal cara 17emîn MUSÎAD EXPOyê li dar dixe û Ajansa Anadoluyê (AA) jî lê stand vekir.
MUSÎAD EXPOya 17emîn ku ji aliyê MUSÎADê va li CNR Expoyê hat lidarxistin, bi beşdarbûna Wezîrê Sanayî û Teknolojiyê Mustafa Varank va îro dest pê kir.
AAya ku bûbû Şirîkê Ragihandina Global, di çarçoveya çalakiyê da li salona 6emîn stand vekir û li MUSÎAD EXPOyê cihê xwe girt. Beşdarbûyiyan eleqeyeke mezin nîşanî standa AAyê da û der heqê fealiyetên ajansê da ji mêvanan ra agahî tê dayîn.
Di çalakiyê da ji weşanên AAyê yên nû derketine "Ji Asîman va Tirkiye", "Afrîkaya ku Pêş Dikeve", "Stratejiya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê" û "Trump û Pergala Kurewî" derket pêşiya xwendevanan.
Di standê da jêhatîbûna wênekêşiya AAyê jî hat vegotin û ji bo ku beşdarbûyî wêneyên xwe bidin kişandin çaviya "Bîranîna Ajansa Anadoluyê" hat çêkirin. Di vê çaviyê da wêneyên ziyaretvanan tên kişandin û ji wan ra wek diyarî tê dayîn.
Heta dawiya çalakiyê standê seba ziyaretê vekirî be.