Nihat Kavşut
21 Mijdar 2018•Rojanekirin: 22 Mijdar 2018
ANKARA
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum: "Di Projeya Kanal Stenbolê da wê mîmariya nizm esas be. Wê qadên heyatê yên saxlem û ewle ku nirxên qedîm diparêzin, tebîetê xera nakin û talûkeyên afatê berteref dikin bên plankirin."
Murat Kurum li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê der barê budçeya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê û saziyên eleqedar da pêşkêşî kir.
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum diyar kir di Projeya Kanal Stenbolê da wê mîmariya nizm esas be û wiha got: "Wê qadên heyatê yên saxlem û ewle ku nirxên qedîm diparêzin, tebîetê xera nakin û talûkeyên afatê berteref dikin bên plankirin."
Kurum destnîşan kir li tevahiya welêt 592 hezar xanî û kargehan gorî statuya 'avahiyên xeternak' nû dikin û got ku jê 442 hezar avahiyên serbixwe hatine xerakirin û çêkirina wan dest pê kiriye.
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum destnîşan kir di firotina zeviyên malê xezîneyê da 57 hezar kesî tapoyên xwe hildan û got bi tevahî 45 hezar zevî bi 782 milyon lireyî hat firotin û jê 267 milyon lire hat tehsîlkirin.