Nihat Kavşut
15 Mijdar 2018•Rojanekirin: 15 Mijdar 2018
ANKARA
Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Cahît Turhan: "Di çarçoveya Projeya Kanal Stenbolê da tê plankirin 10 pire bên çêkirin."
Turhan li Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) der barê rojevê da axivî.
Wezîr Turhan destnîşan kir beriya Balafirgeha Stenbolê welatên Afrîka-Asyayê slot dixwestin û got ku me nikaribû destûra seferê bidin, lê niha dewletên nû hene em dixebitin.
Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Cahît Turhan destnîşan kir projeyên ku hatine betalkirin tunene, lê îhaleya hin projeyan dane sekinandin.
Turhan der barê projeyên gihandin û binesaziyê da diyar kir ji bo wezaretê bi 14 milyar lireyî soza budçeya zêdebar hatiye dayîn û got em meh bi meh didin mutehîdên xwe.
Wezîr Turhan diyar kir bi saya projeyên mezin ku bi modela çêke-bixebitîne û dewr bike tên çêkirin rêyên li Îdir û Hekariyê çêdikin.
Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Cahît Turhan destnîşan kir di çarçoveya Projeya Kanal Stenbolê da tê plankirin 10 pire bên çêkirin û wiha got: "Di planên îmarê yên 1/100000î yên Kanal Stenbolê da em ber bi merheleya dawîn hatin. Înşaeta Kanal Stenbolê divê heta sala 2020î nemîne înşallah sala 2019an em ê dest pê bikin."