Nihat Kavşut
09 Gulan 2018•Rojanekirin: 09 Gulan 2018
ANKARA
Wezîrê Darayiyê Agbal ji bo pakêta aboriyê wiha got: "Îro li Lijneya Giştî wê helbet şêwr bê kirin. Em ji bo Aştiya Mal û Milk guherînan dikin."
Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal bû mêvanê Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) û der barê rojevê da axivî.
Nacî Agbal bal kişand ser Aştiya Mal û Milk û ji bona pakêta aboriyê wiha axivî: "Îro li Lijneya Giştî wê helbet şêwr bê kirin. Em ji bo Aştiya Mal û Milk guherînan dikin."
Wezîrê Darayiyê Agbal diyar kir ku di bacê wê erzaniyê çêkin û ji bo Aştiya Mal û Milk wiha got: "Heta dawiya meha 11an em ê ji malên ku ji derveyî welêt tînin bi rêjeya ji sedî 3 bacê bistînin."
Agbal der barê pêşnûmaya ku wê îro bişînin Lijneya Giştî da wiha peyivî: "Ji ber ku daxwaz heye di pêşnûmaya ku îro bidin Lijneya Giştî da em ê 2017an jî tevlî verastkirina zêdekirina matrahê bikin."