Deniz Çiçek Palabıyık
03 Mijdar 2022•Rojanekirin: 04 Mijdar 2022
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di cotmehê da mehane ji sedî 3,54, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) ji sedî 7,83 zêde bû. Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 85,51, di bihayên hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 157,69.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha cotmehê pê va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 65,26, bihayê hilberînerê navxweyî jî ji sedî 122,93 zêde bû.
TUFEya mehane ji sedî 3,54, YÎ-UFE jî ji sedî 7,83 zêde bû.
TUFE di cotmehê da li gor çileya pêşîn a par ji sedî 57,8, li gor heman meha par ji sedî 85,51 zêde bû.
YÎ-UFE jî li gor çileya pêşîn a 2021ê ji sedî 96,74, li gor îlona par ji sedî 157,69 zêde bû.