Mert Davut
03 Sibat 2025•Rojanekirin: 04 Sibat 2025
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di Çileya Paşîn da mehane ji sedî 5,03, Endeksa Bihayê Hilberînerên Navxweyî jî (YÎ-UFE) ji sedî 3,06 zêde bû. Enflasyona salane di bihayên xerîdaran da bû ji sedî 42,12, di bihayên hilberînerên navxweyî da jî bû ji sedî 27,2.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), dema di Çileya Paşîn da nîvendiya 12 mehan bê nêrîn, tê dîtin ku bihayên xerîdaran ji sedî 56,35, bihayên hilberînerên navxweyî jî ji sedî 39,5 zêde bû.
Di asta mehane da TUFE ji sedî 5,03 û YÎ-UFE jî ji sedî 3,06 zêde bû.
Enflasyona salane di bihayên xerîdaran da bû ji sedî 42,12, di bihayên hilberînerên navxweyî da jî bû ji sedî 27,2.
Enflasyona salane di TUFEyê da ji Tîrmeha 2023yan vir va wek rêjeya herî kêm hat qeydkirin. Di Tîrmeha 2023yan da enflasyona salane di TUFEyê da wek 47,83 hatibû tesbîtkirin.