Nihat Kavşut
03 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
ANKARA
Di meha tîrmehê da Endeksa Bihayê Serfkaran (TUFE) ji sedî 0,15 û Endeksa Bihayê Hilberînerên Nav Welêt (YÎ-UFE) ji sedî 0,72 zêde bû. Enflasyona salane di bihayê serfkaran da bû ji sedî 9,79 û di bihayê hilberînerên nav welêt da bû ji sedî 15,45.Ekonomîstên tevlî Ankêta Texmînan a Enflasyona Fînansê ya AAyê bûbûn texmîn kiribûn ku meha tîrmehê Endeksa Bihayê Serfkaran (TUFE) wê ji sedî 0,03 zêde bibe.
Meha tîrmehê li gor serfkaran herî zêde ji sedî 86,67 bihayê bi PTTyê şandina koliyan zêde bû û herî kêm ji sedî 39,66 bihayê zebeşan kêm bû.