Aborî

Reqamên enflasyonê eşkere bûn

- TUFE di meha nîsanê da ji sedî 3, YÎ-UFE jî ji sedî 2,76 zêde bû

Mert Davut  | 05.05.2025 - Rojanekırın : 06.05.2025
Reqamên enflasyonê eşkere bûn

Ankara

Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di meha nîsanê da ji sedî 3, Endeksa Bihayê Hilberînerên Navxweyî (YÎ-UFE) jî ji sedî 2,76 zêde bû. Enflasyona salane di bihayê xerîdaran da ji sedî 37,86 û di bihayên hilberînerên navxweyî da jî ji sedî 22,5 hat qeydkirin.

Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), dema ku meriv bala xwe bide nîvendiya 12 mehan, di meha nîsanê da tê dîtin ku bihayê xerîdaran ji sedî 48,73, bihayên hilberînerên navxweyî jî ji sedî 32,65 zêde bû.

Di asta mehane da TUFE ji sedî 3 û YÎ-UFEyê jî ji sedî 2,76 zêde bû.

TUFE di nîsanê da li gor meha çileya pêşîn a par bû ji sedî 13, 36, li gor nîsana par jî bû ji sedî 37,86.

YÎ-UFE jî li gor Çileya Pêşîn a 2024an bû ji sedî 10,19, li gor nîsana par jî bû ji sedî 22,5.

Enflasyona salane di TUFEyê da ji Çileya Pêşîn a 2021î û vir va wek rêjeya herî kêm hat qeydkirin. Ev rêje di Çileya Pêşîn a 2021ê da wek 36,08 hatibû tesbîtkirin.

Enflasyona salane di YÎ-UFEyê da jî piştî Cotmeha 2020an wek rêjeya herî kêm hat qeydkirin. Di Cotmeha 2020î da YÎ-UFE bûbû ji sedî 18,2.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın