Îxracata Tirkiyeyê ya salane di dîroka komarê da derket asta herî bilind

Diyarbakir
Wezîrê Ticaretê Omer Bolat, "Di 12 mehên dawîn da îxracata me ya mal di dîroka komarê da derket asta herî bilind û bû 265 milyar dolarî."
Bolat li Walîtiya Diyarbekirê bi Serokê Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê Mustafa Gultepe ra di daxuyaniya çapemeniyê da axivî û reqamên ticareta derva ya meha Nîsanê eşkere kir.
Wezîrê Ticaretê Bolat destnîşan kir di meha Nîsanê da îxracata Tirkiyeyê ya mal gorî heman meha sala par ji sedî 8,5 zêde bûye û derketiye 20,9 milyar dolarî.
Bolat diyar kir îxracata Tirkiyeyê ya salane di dîroka komarê da derket asta herî bilind û wiha got, "Di 12 mehên dawîn da îxracata me ya mal di dîroka komarê da derket asta herî bilind û bû 265 milyar dolarî."