Tirkiye

Alîkarê Serokomar Yilmaz: Armanca me ew e ku di sala 2026an da em enflasyonê daxin bin rêjeya ji sedî 20î

Gazi Nogay  | 22.12.2025 - Rojanekırın : 22.12.2025
Alîkarê Serokomar Yilmaz: Armanca me ew e ku di sala 2026an da em enflasyonê daxin bin rêjeya ji sedî 20î

TBMM

 Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz got: "Bi gavên reformê yên ku aliyê dabînkirinê û biryardariya me di rêveberiya daxwazê ​​da xurt dikin, armanca me ew e ku di sala 2026an da em enflasyonê daxin bin rêjeya ji sedî 20î û di sala 2027an da jî dîsa bigihîjin rêjeya yek reqemî."

Alîkarê Serokomar Yilmaz di roja dawî ya nîqaşên ser budçeya 2026an da li Lijneya Giştî ya Meclisê axivî.

Yilmaz diyar kir ku Pêşniyara Qanûna Budçeya 2026an di 17ê Cotmehê da pêşkeşî Meclisê hat kirin, piştî wê bi xebateke dijwar û baldar va 14 rojan niqaş li ser wê hatin kirin.

Yilmaz anî ziman ku axaftinên der barê budçeyê da bi dawî bûn û spasiya her kesê ku bi zehmetî xebitî û beşdarî vê pêvajoyê bû, kir.

Yilmaz daxuyand ku ev budçeya 24emîn a hikûmeta AK Partiyê, budceya 8emîn a Pergala Hikûmetê ya Serokomariyê û budçeya 3yemîn a Sedsala Tirkiyeyê ye ku pêşkêşî Meclisê hatiye kirin û destnîşan kir ku ev budçeya refah û îstiqrarê ye.

Yilmaz daxuyand ku ew dixwazin enflasyonê daxin yek reqemî û wiha got: "Bi gavên reformê yên ku aliyê dabînkirinê û biryardariya me di rêveberiya daxwazê ​​da xurt dikin, armanca me ew e ku di sala 2026an da em enflasyonê daxin bin rêjeya ji sedî 20î û di sala 2027an da jî dîsa bigihîjin rêjeya yek reqemî."

Der barê rezervên brût ên Bankaya Navendî da jî Yilmaz wiha axivî: "Rezervên brût ên Bankaya me ya Navendî ji 12ê Çileya Pêşîn pê va gihîştin 190,8 milyar dolarî. Rezervên brût li gorî sala borî 27,3 milyar dolar zêde bûn."

Yilmaz anî ziman ku pêvajoyên "Tirkiyeya Bêteror" û "Herêma Bêteror" jî wê bandoreke erênî li ser aborî, mezinbûn û geşedanê bike û wiha dewam kir: "Rewşeke ewlehî û aştiyê wê veberhênan û bazirganiyê xurt bike û bajarên me yên Rojhilat û Başûrê Rojhilat di serî da wê potansiyela welatê me bi tevahî di asteke zêdetir da tevbigerîne. Projeyên stratejîk ên wekî Rêya Pêşketinê ya ku ji nav Iraqê ra derbas dibe, Korîdora Zengezurê ya ku di navbera me û Komarên Tirkî da wê pireyeke rasterast ava bike û vejandina Rêhesina Hîcazê ya ku ji dîroka me ji me ra mîrat maye wê li herêma me refahê zêde bike û îstiqrarê xurt bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.