Mesut Karaduman
20 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2023
Li Tekirdagê li erdên lewanteyan yên ku geştyarên xwemalî û biyanî diezimîne dema çinînê dest pê kir.
Li bajêr lewanteyên ku li ser 1250 donim erdî tên çandin, dema hesada wan hat û tên çinîn.
Kulîlkên lewanteyan yên ku tên çinîn dixin nava qezanên distîlasyon de ku ji bin ve germ dibin û rûnê wan tê derxistin.
Erdên lewanteyan seranserê sezonê gelek geştyaran diezimînin û ev hem ji bo hilberîneran û him jî ji bo bajêr dibe deriyekî debarê.
Hakan Turgutê ku li taxa Karahîsarliyê erdê wî yê lewanteyan heye ji nûçegihanê AAyê re anî ziman ku bi çinîne re karê wan yê li nav zeviyan qediya.
Turgut destnîşan kir ku xelkê nêzîkî mehekê li nav erdan wext derbas kirin û got, "Erdê me bi hezaran kes ezimandin. Mirovan li ber dekorên ku me çêkiribûn, wêne girtin. Nuha jî me çinîna xwe kir. Êdî piştî qonaxên pêwîst em ê rûnê lewanteyên xwe derxin."