Ahmet Aydın
08 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2018
TEKIRDAG
Li Çorluya navçeya Tekirdagê li dexma gundê Sarilarê trêneke rêwiyan ji ber derketina vagonên wê ji rayê qulibî.
Misteşarê Wezareta Tendirustiyê Eyup Gumuş ragihand, "Li gorî tesbîtên berahî 24 kesan canê xwe ji dest da û 73 kes birîndar bûn.


- Serokomar Erdogan derbarê qezayê agahî sitendin
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, derbarê qezaya trênê ya ku li Tekirdagê sefera Uzunkopru-Stenbolê dikir, agahî sitendin.
Li gorî daxayunaiya ji serokomariyê, Serokomar Erdogan, piştî nûçeya qezayê peywendiyeke telefonî digel Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu û Wezîrê Gihandin, Deryavanî û Peywendiyê Ahmet Arslan encam da.
Serokomar Erdogan ji Xwedê hêviya rehmetê bo qurbaniyan û hêviya şîfayê ji bo birîndaran xwest.

- Artêşa Tirkiyeyê helîkopterên leşkerî şandin herêmê
Artêşa Tirkiyeyê bi mebesta gihandina birîndarên qezaya trênê ya li Tekirdagê bo nexweşxaneyê helîkopterên leşkerî şandin herêmê.

- Serokwezîr derbarê qezayê agahî sitendin
Serokwezîr Yildirim derbarê qezaya trênê ji Wezîrê Tendirustiyê Demrican, Wezîrê Gihandin, Deryavanî û Peywendiyê Arslan û Walî Ceylan agahî sitendin.
Ji Serokwezîriyê hat ragihandin: "Hinek welatiyan canê xwe ji dest da û hinek birîndar in. Em hêviya şîfayê ji birîndaran re dixwazin û serê xizmên miriyên qezayê sax be."
- Walî Ceylan: "Zanyarî derbarê wê yekê de hene ku qeza bi sedema barînên xurt û gelek bûye"
Waliyê Tekirdagê Mehmet Ceylan: "(Qezaya trênê) Me beşeke mezin ji birîndaran ji herêmê derxist, mirî hene ez nuha nikarim hejmarê bidim. Zanyarî derbarê wê yekê de hene ku qeza bi sedema barînên xurt û gelek bûye. Wê wezaret derbarê vê mijarê de di demeke kurt de daxuyaniyê bide."

Wezareta Guhastinê ragihand ku "Hat tesbîtkirin, bi sedema barînên gurr, axa di navbera menfez û rayê de vala bûye û qeza çêbûye."
Misteşarê Wezareta Tendirustiyê Eyup Gumuş ragihand, "Li gorî tesbîtên berahî 24 kesan canê xwe ji dest da.