Süleyman Coşkun Bozyel, Mesut Karaduman, Mehmet Akif Aldoğan
04 Îlon 2021•Rojanekirin: 05 Îlon 2021
Li Ergeneya navçeya Tekirdagê minîbûsa ku karkeran dibe û tîne û trena bar dikşîne li hev qelibîn, 6 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan trena Kapıkule-Halkalı 13000 ya bar dikşîne û 11 vagonên wê heye dema ji Edirneyê diçû Stenbolê li Taxa Velîmeşeyê li minîbusa ku plaqeya wê 59 ADJ 755 e û şofêrê wê B.K ye qelibî.
Di qezayê da Yaşar Yuce, Nusret Açikgoz, Nebîbe Korkmaz, Cangul Akin, Suzan Aksu û Hulya Dînçkolê di minîbusê da bûn mirin û 7 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê
Dozger û cendirmeyan li cihê qezayê lêkolîn kirin.
Parlamenterê Tekirdagê yê CHPyê Îlhamî Ozcan Aygun jî hat cihê bûyerê.
Ji hêla din di kameraya ewlehiyê da qeza hat qeydkirin.