Elif Irmak
03 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2020
Li Batmanê lewanteyên ji bo ku cureyên nebatan bê zêdekirin û ji bo cotkaren berên alterntîf bê pêşkêşkirin li 14 cihên cuda hatin çandin cara ewil hat dirûn.
Walî Hulusî Şahîn, Midûrê Çandinî û Daristanê jê Bajêr Mehmet Demir, Qaymeqamê Beşiriyê Sînan Aşçi, rayedarên Odeya Zîreatê ya Batmanê û cotkar beşdarî merasima dûrinê ya ku li Îkîkopruya bajaroka navçeya Beşîriyê hat lidarxistin bûbûn.
Walî Şahîn di merasimê da axivî û got ji ber ku debra lewanteyê dikin kêfxweş in. Şahîn destnîşan kir projeya ku par hat amadekirin û ji bo ku cotkar berhemên nû nas bikin û cureyên berhemên bajêr zêde bibin hat tetbîqkirin bi serkeftî gihaşt encamê û diyar kir ku lewante nebateke ji bo Batmanê guncav e.
Şahîn got piştî pêvajoyeke ku gelekî xebitîn encamên serkeftî bi dest xistin û wiha axivî:
"380 hezar lire piştgirî dan projeya ku me pêşkêşî Îdareya Pêşketinê ya Herêma GAPê kir. Me ji bo 14 cotkarên xwe qadên projeyê yên 2 dekarî amade kir. Piştgiriya me pergala avdaniya bi dilop, danîna sênca li baxçeyê bû. Me şitil dan cotkaran. Cotkarên me jî mezin kirin. Ev merhaleya ceribandinê bû. Tenê lewante nebû, catirî, giyagewrik, rihan, melîsa û nene jî hebûn. Cotkarên me êdî dê nemînin girêdayî berhemekî tenê. Ez spasiya kesên ked dan dikim."