Sektora firingiyên hişkkirî li Tirkiyê herî zêde li Herêma Egeyê pêşve çûye û îxracata wê tê kirin. Lê ji Elazigê 2 muteşebbîsan dest pê kir hilberînên xwe îxracê Avustralya û Ewrupayê kir.
Ji şirêkên şirketê Endazyarê Endûstriyê Alî Ulvî Necmîoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li dinyayê xwarinên hişkkirî û cemidandî êdî zêde tên xwarin û ji van xwarinan yek jî firingiyahişkkirî ye.
Necmîoglu diyar kir ku li Rojhilata Anadoluyê ewil wan dest bi karê firingiyên hişkkirî kiriye û ji bo vebêrdêrên din bûne mînak. Hinekan jî telefonê wan kiriye û der barê hilberînê de agahî ji wan hildane.
Necmîoglu wiha got:
"Li Tirkiyeyê firîngiyên hişkkirî nû derdikevin piyasayê û herî zêde jî îxracî Ewrupayê dibe. Sedema vê ev e ku, çawa ku em di taştê de firingiyan dixwin, ew jî herî zêde xwarinên hişkkirî û cemidandî dixwin. Ji ber vê bazara me herî zêde li derveyê welêt e. Em 200 ton firingiyên hişkkirî hildiberînin û 150 tonê wê îxracê derveyî welêt dikin. Em bi serî de Avustralya û welatên Ewrupayê Îtalya û Îspanyayê re îxracatê dikin."
Necmîoglu destnîşan kir ku Tirkiye welatekî çandiniyê ye û heke ji hêla çandiniyê ve pêş ve biçe dê aboriya welêt jî pêşve here.