Pêşengên sektorên teknolojiya dijîtal û Telekomê dê li Îstanbulê di Kongreya Webîtê de bên bal hev. Kongreya Webîtê ya ku Anadolu Agency sponsorê wê ye, di 6 û 7ê çiriya paşîn de li Navenda Kongreyê ya Halîçê dê bê kirin. Kongre cara 5an dê bê lidarxistin û ji çar aliyê dinyayê pêşengên sektorên teknolojiya dijîtal û Telekomê dê di kongreyê de li hev kom bibin.
Kongre 2 rojan dê bidome. Yandex, IBM, Google, Facebook, Spotîfy, Aol û Unîlever dê axiftinên vekirinê bikin. Sohbetên li ber menqelê jî dê OMD, Vîvakî, MedîaCom, Acer, Nokîa, Lenovo û MasterCard bikin. Panelên parvekirina fikr û ramanan BBC, TechCrunch, Mashable, Mediabrands, Havas, PayPal, Gemius û Qualcomm dê bikin. Blackberry, IBM, PayPal jî dê komxebatên pêşdebirinê li dar bixin. Ji bilî van, gelek çalakiyên reklam, bazarkirin û teknolojiyê jî dê bên nîşandan.
Ji 100î zêdetir welatan, ji 8 hezaran zêdetir kes dê beşdarî kongreyê bibin.
Di çarçoveya kongreyê de "Konferansa Bazarkirina Dijîtal û Înovasyonê, Konferansa Rêberên Pêşerojê, Zîrweya Telcoyê" jî dê bên kirin.