Haydar Şahin
26 Adar 2019•Rojanekirin: 27 Adar 2019
Dîcleya Şirketa Belavkirina Ceyranê (Dîcle EDAŞ) di çarçoveya veberhênanê da hezar armatur li kuçeyên Herana navçeya Şanliurfayê bi cî kir û bedewbûna xaniyên biqube yên ku bi sedan hezarî kes ziyaret dikin derxiste holê.
Li gor daxuyaniya şirketê, Dîcle EDAŞ bi xebatên ronîkirinê va bajaran ronî dike.
Dîcle Elektrîkê li Heranê xebatên hêzdarkirina şebekeya ceyranê ya ku 4 hezar kes jê îstifade dikin temam kir.

Bi veberhênana li gor rêgezan hat kirin va ceyrana nayê birîn dan taxên Hezretî Yaqub, Îmam Bakir, Aslanli, Suleyman Demirel, Şêx Heyatî Heranî û texma Malên Dîbeçê. Hat ragihandin ku piştî vebrhênanê gilî û lomeyên mişteriyan jî gelekî kêm bûn.
- Xweşikahiya malên biqube derkete holê
Bi veberhênanê va li navçeyê xebata ronîkirinê ya berfireh hat kirin.
Herêma xaniyên biqube a Heranê ya ku her sal bi sedan hezarî kes ziyaret dikin xebatên ronîkirinê hatin temamkirin. Bi saya vê xebatê va xweşikahiya herêma dîrokî derkete holê.
Welatiyan ji ber ku heran hat ronîkirin ji Dîcle Elektrîkê ra sipas kirin û gotin ji bo xizmetên tên dayîn jî memnun in.