Jiyan

Li Deşta Heranê hilberîna fistiqan dest pê kir

Li Deşta Heranê ya ku yek ji wan navendên girîng ên çandiniyê ye cotkaran dest bi hilberîna fistiqan kir.

Türkan Tosun  | 11.08.2020 - Rojanekırın : 14.08.2020
Li Deşta Heranê hilberîna fistiqan dest pê kir

Şanlıurfa

 Li Deşta Heranê ya ku yek ji wan navendên girîng ên çandiniyê ye cotkaran dest bi hilberîna fistiqan kir.

Ji ber Projeya Anadoluyê ya Başûrê Rojhilat (GAP) li Şanliurfayê avdana zeviyan hêsantir bû, ji ber vê jî çandiniya pembû, garis, genim, ceh û nîskên sor jî li gor berê pêşva çû.

Ji bilî van tiştan cotkaran bi pêşniyaza Odeya Ziraetê ya Heranê fistiq reşandin.

Li bajêr 5 cotkaran li ser erdekî 200 donimî fistiq danîn û ew bendê ne ku piştî demeke kurt ew dest bi berhevkirina wan bikin.

Serokê Odeya Ziraetê ya Heranê Mahmut Ozyavuz ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku Deşta Heranê axeke bibereket e û wiha dewam kir: "Li vir bi tenê garis, pembû û genim hêşîn nabe. Bi çandiniya fistiqan va jî vê derê nîşan da ku ew deşt reqîbê Osmaniye û Hatayê ye. Wek hûn jî dibînin fistiq pir baş digîhîjin. Ji vir pê va çandiniya fistiqan wê zêde bibe. Wek Odeya Ziraetê ya Heranê em her tim li cem cotkarên xwe bûn ku em ê di vê mijarê da jî bi endezyarên ziraetê va agahiyên hewce dikin, bidin cotkarên xwe. Di salên pêş me da înşallah em ê bibînin ku Deşta Heranê wê bibe cihekî herî zêde lê fistiq tê bidestxistin."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın