Türkan Tosun
07 Adar 2019•Rojanekirin: 11 Adar 2019
Ebru Baybara Demir û Şef Davîd Hertzê ji Brezîlyayê yên di pêşbirka "Xelatên Aşpêjiyê ya Dinyayê ya Basqueyê" da ketin nav 10 şefên ewil ên herî baş li Herana navçeya Şanliurfayê ji "sorgul"a ku yek ji toximê genim ê herî kevn ê Mezopotamyayê ye nan çêkirin.
Şef Demir û Hertz di çarçoveya bernameya "Ji Axê Heta Feraqê: Axa Dijî, Projeya Toximê Herêmî" hatine Şanliurfayê ewil li navçeya Heranê Mizgefta Mezin a Heranê ziyaret kirin, li baxçeya avahiyên biqube bi jinan ra axivîn û paşê jî bi arê ku ji "sorgul"ê tê çêkirin nanê sêlê lêxistin.
Sorgul di dîrokê da yek ji toximê genim ê herî kevn ê Mezopotamyayê ye ku pê nan tê çêkirin. Demir û Hertz ji vî arî li ser sêlê nan petin û paşê tehma nan nihêrîn.

Şef Davîd Hertz daxuyanî da rojnamevanan û got ew hatine Heranê ku balê bikşînin çandiniyê, axê û toxim û wiha dewam kir: "Di mijara xwe gihandina xurek da gastronomiya civakî mijareke girîng e. Ji bo çandinî û xurek em mecbur in dahatûyê bifikirin û bi hev ra têkildar bin."
Davîd Hertz anî ziman ku ew bi hatina Şanliurfayê pir kêfxweş e.
- "Toxim ji van axên bibereket çûye Ewropayê"
Ebru Baybara Demir jî got ev projeya ku ew dimeşînin ji hêla nirxên gastronomiyê va girîng e û ji bo nasandina Tirkiyeyê jî pir baş e.
Demir behsa Gobeklîtepeyê kir û wiha axivî: "12 hezar sal berê çandiniyê li vir dest pê kir û mîrata me ya genetîk a ku 8 hezar sal berê derketiye holê heye, çandeke me ya toximan heye. Toxim 4 hezar sal şûn da ji van axên bibereket çûye Ewropayê."
Demir anî ziman ew dixwazin ji dinyayê ra bibêjin çandinî û gastronomiyê li vir dest pê kiriye û balê bikşînin toximê herêmî û xurekên li vir.