Abdullah Tel
2018 ж. 20 сәуір•Rojanekirin: 2018 ж. 21 сәуір
ANKARA
Di roja dawîn a hefteyê da warêla nefta brent bi 73,64 dolarî tê firotin.
Duh firotina warêla nefta brent bi 73,77 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da derketibû 74,75 dolarî. Bihayê warêla nefta brent îro serê sibehê bi 73,86 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.19an pê va jî ji sedî 0,29 daket û bi 73,64 dolarî tê firotin. Di heman wextê da warêla nefta xam a cureya Teksasa Rojava (WTI) jî bi 68,15 dolarî hat firotin.
Pispor dibêjin ku li çar aliyê dinyayê û bi taybetî jî li Amerîkayê kêmbûna stokên neftê li ser biha tesîrê dike û bihabûnê bi xwe ra tîne.