Zanist û teknolojî

Tevî berfê plastîk jî dibare

Zanyar destnîşan dikin ku li qutbên tebîeta wan hatiye parastin jî tevlî berfê parçeyên plastîk ên di nav hewayê da dibarin

Haydar Şahin  | 15.08.2019 - Rojanekırın : 17.08.2019
Tevî berfê plastîk jî dibare

Ankara

Zanyar destnîşan dikin ku li qutbên tebîeta wan hatiye parastin jî tevlî berfê parçeyên plastîk ên di nav hewayê da dibarin.

Li gor xebera BBCyê, xebata ku encamê wê di kovara "Science Advances"ê da hat weşandin derxist holê ku meriv dema bîna xwe hildidin parçeyên plastîk dikişînin hundirê xwe.

Di xebatê da hat diyarkirin ku parçeyên plastîk, vernîk, boyax û elyafa sentetîk ên ji 5 milîmetreyê piçûktir li qutba ku tebîeta wê hatiye parastin jî tevlî berfê dibarin.

Doxtor Melenie Bergmanna ji ekîba lêkolînê destnîşan kir hêviya wan ew bû ku di dema xebatê da seluloza nebatan û pirça heywanan a tebiî bibînin lêbelê parçeyên plastîk ên ku tesbît kirin ew şaş û metel hîştin.

Bergmannê diyar kir ku hê lêkolînê didomînin ku gelo parçeyên plastîk ji bo tenduristiya merivan bi zirar in an û wiha axivî: "Parçeyên plastîk ên di nav berfê da eşkere tên dîtin ji hewa hatine."

Bergmannê bal kişand ser bikaranîna plasîtkê û destnîşan kir ku dibê ji bo vê tevdîr werin hildan, alternatîf werin dîtin û li ser vê mijarê bifikirin.

Wekî mayîn di xebatê da hat gotin ku plastîka di nav berfa Almanya û Swîsreyê da ji qutban zêdetir e, li qutban di lîtreyekê da 10 hezar parçeyên plastîk hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın