Zanist û teknolojî

Li Hekariyê danerên pêşerojê tên perwerdekirin

Li Hekariyê zanyar û danerên pêşerojê li Atolyeya Teknolojiyê ya Biceribîne û Çêke tên perwerdekirin

Fatih Gazioğlu  | 10.08.2019 - Rojanekırın : 15.08.2019
Li Hekariyê danerên pêşerojê tên perwerdekirin

Hakkari

Li Hekariyê zanyar û danerên pêşerojê li Atolyeya Teknolojiyê ya Biceribîne û Çêke tên perwerdekirin.

Hemleya Teknolojiyê ya Neteweyî ji hêla Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va bi piştgiriya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê tê lidarxistin.

Di vê çarçoveyê da Hekarî jî di nav da li 12 bajaran Atolyeya Teknolojiyê ya Biceribîne û Çêke hatin avakirin.

Li atolyeya Hekariyê ji navend û navçeyan 160 xwendekar perwerdeyê dibînin. Li atolyeyê dersa çêkirin, dizayn, hilberin, nivîsandina kodên robotîk, bernameaya elektronîk, teknolojiya nivîsbariyê, ewlehiya sîber, teknolojiya vejenê, feza û esmangerî û nanoteknolojî tê dayîn.

Xwendekarê li atolyeyê 36 mehan wê perwerdeya teorîk û pratîk bibînin û piştra wê beşdarî pêşbaziyên neteweyî û navneteweyî bibin.

- "Ev atolye ji bo Hekariyê derfeteke mezin e"

Sedîde Cam Şengula mamoste û muhendisa kompîtirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew xwendekaran li gorî qabiliyeta wan kategorîze dikin û wiha axivî:"Xwendekarên me hemû li gorî qebiliyeta xwe hatin hilbijartin. Ev atolye ji bo Hekariyê derfeteke mezin e. Ji projeyên me tiştên baş êdî derdikevin. Xwendekarên me bi kêf tên vê derê, her roj tiştên nû diceribînin."

Ji xwendekaran Sudem Mercanê got ku ew ji ber perwerdeya li vir dibînin gelekî kêfxweş in û wiha axivî: "Em li vir her roj tiştekî nû çêdikin. Em ê rojekê bibin muhendis înşellah. Beriya vê min dixwest ez beşa tipê bixwînim lê niha dixwazim bibime muhendis."

Ji xwendekar Berat Atalay jî got ku ew ji Geverê hatiyê Hekariyê û wiha got: "Ev atolye wan ji bo gelekî girîng e. Niha em li ser dîzaynê perwerdeyê dibînin. Piştî çend mehên din em ê derbasî perwerdeya kodên robotîk bibin. Ez dixwazim bibime muhendisê nivîsbariyê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.