Tirkiye

Li Mûş û Hekariyê bayê gur baniyên hin avahî û kargehan firandin

İbrahim Yaldız, Ulaş Güven  | 27.11.2023 - Rojanekırın : 28.11.2023
Li Mûş û Hekariyê bayê gur baniyên hin avahî û kargehan firandin

Muş

 Li Mûş û Hekariyê ji ber bayê gur zirar gihîşt baniyê malekê û yê hin kargehan.

Li Mûşê piştî barîna barana ku 3 roj e bi navber dibare, bayê gur tesîreke neyînî li jiyanê kir.

Li navenda bajêr li sîteya pîşesaziyê bayê gur, baniyên 4 kargehan firandin.

Esnafê sîteyê Yunus Ozmen ji rojnamegeran ra diyar kir, ji ber bayê gur, zirar gihîşt baniyan.

Ozmen got ku wan, perçeyên firiyan û ketin erdê kom kirin û wiha dewam kir, "Dema hewa xweş bibe, em ê baniyan temîr bikin."

Ji aliyekî din va li Yuksekovaya navçeya Hekariyê jî ji ber tavî û bayê gur li mezreya Dagdibiyê ya gundê Koşkonuyê zirar gihîşt baniyê mala Hacer Îrînçê.

Sac û texteyên ji cihê xwe rabûn, firiyan derdorê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın