Zanist û teknolojî

'Ez aciz bûm û min NASA hack kir'

Chris Robertsê Pisporê Ewlekariya Sîber ê wekî "hackerê teyareyan" tê zanîn û hetanî nika gelek sîstemên teyareyan û sîstema NASAyê hack kiribû li Digital Age Summitê pirsên nûçegihanê AAyê bersivand

Haydar Şahin  | 27.04.2019 - Rojanekırın : 29.04.2019
'Ez aciz bûm û min NASA hack kir'

Istanbul

Chris Robertsê Pisporê Ewlekariya Sîber ê ku Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî ya Daîreya Feza û Hewadariyê ya Amerîkayê (NASA) hack kir got, "Tevdîrên ji bo parastina sîstemên dijîtal hatine hildan nikarin pê li hackkirinê bibirin. Sîstemeke ku bêjin nayê hackkirin tune."

Chris Robertsê Pisporê Ewlekariya Sîber ê wekî "hackerê teyareyan" tê zanîn û hetanî nika gelek sîstemên teyareyan û sîstema NASAyê hack kiribû li Digital Age Summitê pirsên nûçegihanê AAyê bersivand.

Ji bo pirsa "Gelo te çima NASA hack kir" Roberts got dema kêmasiyeke saziyeke mezin a sîber dibîne kêfxweş dibe.

Roberts got dibê protokolên ragihandinê yên sîstema NASAyê werin saxlemkirin û wiha pê da çû: "Min tesbît kir ku ragihandina di navbera sîstema beja û ya fezayê da rind nehatiye şîfrekirin. Ez ji kontrolên ketina Îstasyona Fezayê ya navneteweyî ya NASAyê derbas bûm û ketim sîstemê."

"Di xebatên xwe yên hackê da hewl didim ku sîstem werin saxlemkirin"

Roberts bal kişand ku di hewageriyê da kêmasiyên ewlekariya sîber gelek hene û wiha axivî:

"Di her teyareyê da sîstema motorê heye. Saziyên li piyaseyê xizmetê didin van sîsteman çêdikin. Teyare di destê kê da dibe bira bibe daneyên teyareyê di destê saziyên ku xizmetê didin da ne. Ev sîstemên ku pê digihêjin teyareyê tên hackkirin.

Ya rastî di her baskê teyareyê da ji 10 hezarî zêdetir sensor hene. Bernameya taybet a van sensoran heye. Di xebatên xwe yên hackê da hewl didim ku sîstem werin saxlemkirin. Ez wan test dikim ku kêmasî werin dîtin."

Roberts got sîstemên teyareyan û kontrolên firînê tên hackkirin.

Roberts got ku hefteya borî beşdarî konferansa ewlekariyê ya Yekîtiya Birinûanîna Hewayê ya Navneteweyî (IATA) bû di konferansê da li ser pirsgirêkên bernameyên di sektora hewageriyê da tên bikaranîn sekinî.

Roberts got, "Fikr û ramanên min guhdarî kirin û fehm kirin ku nikarin bi tena serê xwe pirsgirêkan çareser bikin."

"Keştî jî tên hackkirin"

Roberts got ku sîstemên keştiyan jî wekî yên teyareyên tên hackkirin, dibê sîstem rind werin parastin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın