ANKARA
Daireya Feza û esmangeriya Netewî ya DYEyê (NASA) keşf kir ku dûvê pergala rojê heye.
Di daxuyaniya NASAyê de hat diyarkirin ku dûv piştî lêkolîna daneyên Geroka Sînorên navstêrkan (IBEX) yên ku di 3 salan de berhev kiribû, hat derandin.
Dûv bi parçeyên ku ji rojê veqetiya ne, çêbûye û tê ferzkirin ku dirêjahiya wê bi qasî 150 milyar kîlomêtreyan e. Ev jimar hema bêje bi 2 qatî qasî mesafeya navbera roj û dinyayê ye. Hat ditîn ku dûv di dirûvê nefela 4 pelî de ye.
Zanyaran dest nîşan kirin ku hin parçeyên ku ji rojê diqetin dikarên ji qada manyetîk ya ku rojê dorpêç dike, derkevin. Ev parçe dikarin bi milyaran kîlomêtre dûr biçin.
Jixwe dihat zanîn ku dûvê gelek cîsmên esmaniyên wek stêrk û gerstêrkan hene.
Peyka IBEX ji bo ku der barê Pergala Rojê û sînorê di navbera feza û navstêrkan de lêkolînan bike, hat şandin. Ji pisporên peykê David McComas diyar kir ku peyk dikare wêneyên parçeyên nêtar yên ku di bin bandora qada manyetîk de namînin, bikêşe. Keşf jî bi vî awayî çêbû.
Keşf di kovara "Astrophysical Journal" de hat weşandin.