CAPE CANAVERAL
Astronotê Amerîkî Christopher Cassidy digel astronotê Îtalî Luca Parmitano, ji bo ku amûrên ragihandinê yên xerabe biguherînin, kameraya ku şaş dişuxile rakin û her wiha karên xwe yên din jî pêk bînin dest bi meşa fezayê kir. Parmitanoyê ku ji Cassidy û (UUÎ)yê qetiyabû yekem astronotê Îtalî ku meşa fezayê kir.
Astronot di vê meşê de dê amadehiya laboratûwareke Rûsî bikin ku ew jî di kanûna pêşîn de dê bê (UUÎ)yê. Van hemû xebatên xwe dê bi meşa 16ê tîrmehê re temam bikin.