Türkan Tosun
25 Nîsan 2018•Rojanekirin: 26 Nîsan 2018
PASADENA/ANKARA
Peyka keşfê ya Jupîterê ya bi navê Juno ya ku Ajansa Fezayê û Esmanî ya Amerîkayê (NASA) di 2011an de şandibû fezayê li Jupîterê dîmenên Lekeya Sor a Mezin kişand.
Li ser malpera înternetê ya NASAyê hat daxuyandin peykê di rêwîtiya xwe ya rêgeha gerstêrkê da dîmenên Lekeya Sor a Mezin kişandine.
Wêne û dîmenên cuda ên Lekeya Sor a Mezin (bahoza antîsîklonîk) ên ku ji hêla Junoyê va hatine kişandin li ser malpera NASAyê hatin weşandin.
Lekeya Sor a Mezin cara ewil di sala 1664an de ji hêla zanyarê esman Robert Hookê Îngiliz va hatibû keşfkirin.
Lekeya Sor a Mezin li ser qadeke 4 qat ji dinyayê mezintir e.
NASAyê di 2011an de Juno şandibû fezayê. Peyka NASAyê Juno di tîrmeha 2016an de gihîştibû Jupîterê. Juno ji wê demê pê va di rêgeha gerstêrkê de diçe û tê keşfên xwe didomîne.