Muhammet Kurşun
27 Nîsan 2018•Rojanekirin: 27 Nîsan 2018
ANKARA
Îranê ji bo berê bikarhêneran bide bernameyên xwemalî lîsansa Telegramê ya "tora parvekirina naverokan" (CDN) ku li vî welatî bernameya herî belav e betal kir.
Li gor daxuyaniya Şirketa Binaxeya Telekomunîkasyona Îranê, tora Telegramê li ser talîmata Konseya Alema Sîberê ya Îranê hat betalkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî bicihkirina talîmatê dê di gihîştina Telegramê de pirsgirêk derkevin.
Şêwirmendê Serokkomarê Îranê Husameddîn Aşîna jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kir ku ji ber Telegramê sozên xwe bicih neanîne lîsansa wê ya parvekirina torê betal bûye.
Li gor agahiyan nêzîkî 40 milyon kes li Îranê Telegramê bi kar tîne.