Zanist û teknolojî

Facebookê biryar da ku hesabên alîgirê tundrewiyê bigre

Facebooka platforma medyaya civakî ya ku navenda wê Amerîka ye diyar kir ku hesabê hin kes û saziyan ên rastgirên serdestiya çermsipiyan diparêzin ên tundrew an jî antîsemîtîk bi hinceta "xeternakiyê" girtin

Haydar Şahin  | 03.05.2019 - Rojanekırın : 05.05.2019
Facebookê biryar da ku hesabên alîgirê tundrewiyê bigre

Washington DC

Facebooka platforma medyaya civakî ya ku navenda wê Amerîka ye diyar kir ku hesabê hin kes û saziyan ên rastgirên serdestiya çermsipiyan diparêzin ên tundrew an jî antîsemîtîk bi hinceta "xeternakiyê" girtin.

Facebookê li ser biryara girtina hesabên gotinên nijadperest parve dikin û li dijî komên dînî û neteweyî rikdariyê dikin daxuyaniya nivîskî da.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Em li îdeolojiya wan mêze nakin kesên ku tundî û rikdariyê belav dikin û gel teşwîq dikin, her tim qedexe dikin. Pêvajoya nirxandina îxlalkarên potansiyel berfireh e û tiştê ku bi ev biryarê hat dayîn jî ev e."

Di nav hesabên ku Facebookê girtin da hesabê Alex Jonesê li Amerîkayê di radyo û înternetê da bernameyan amade dike jî heye, Milo Yiannopoulos û Laura Loomerê rastgirên tundrew ên Amerîkayê, Louîs Farakanê serokê tevgera reşikan a bi navê "Miletê Îslamê" jî hene.

Wekî mayîn rêxistinên mafên mirovan û çalakvan ji bo vê biryara Facebookê kêfxweş bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.