Di dengdayîna li ser malperên AAyê yên Tirkî û Îngilîzî da ji kategoriya xeberan 34, ji kategoriya jiyanê 42 û ji kategoriya sporê 22 wêne hebûn ji nav wan "Wêneyê Mehê" û ji nav 5 vîdeoyan jî "Vîdeoya Mehê" hat bijartin.
- Serketfiyê kategoriya xeberan a Tirkiyeyê
Ji bo qomandoyên li Cerablusa Sûriyeyê wezîfeyê bikin li Gazîentabê merasim hat lidarxistin. Di merasimê da zarokek jî bi eskeran ra meşiya. (Adsiz Gunebakan)
- Serketfiyê kategoriya xeberan a Dinyayê
Li Sûriyeyê balafirên şer ên Rûsyayê êrîşî gundên li başûrê Îdlibê kirin. Di êrîşan da 3 sivîl birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya li herêmê (Muhammed Saîd)
- Serketfiyê kategoriya jiyanê ya Tirkiyeyê
Ji bo ziyareta Nîkolaus Meyer-Landrutê Balyoz ê Serokê Delegasyona Tirkiyeyê ya YEyê li Qonyayê ayîna semayê hat lidarxistin. (Serhat Çetînkaya)
- Serketfiyê kategoriya jiyanê ya dinyayê
Filistîniyên vegeriyan malên xwe yên li Beyt Hanûna li xeta Xezeyê hewl didin di nav enqaza malên xwe yên ji ber êrîşan bûne xirabe da bijîn. Jinekê neviyên xwe di kuveta ku di nav xirabeyan da saxlem maye da şûşt. (Mustafa Massona)
- Serketfiyê kategoriya sporê ya Tirkiyeyê
Parkura raftîngê ya Çemê Kocasuyê ya li Orhaneliya navçeya Bursayê ya 8,5 kîlomêtroyî hat vekirin. (Sergen Sezgîn)
- Serketfiyê kategoriya sporê ya dinyayê
Di tura 16an a EURO 2020î da Holanda Çekya derketin hemberî hev. Denzel Dumfriesê gogvanê Holandayê û Pavel Kaderabekê gogvanê Çekyayê ketin têkoşînê. (Dmitriy Golubovich)
Vîdeoya mehê
Cengîz Koçakê midûrê tesîsên teleferîka Babadaxa li Fethiyeya navçeya Muxlayê dema êvarê ji kar derdikeve bi wîngsuîtê ji lûtkeyê ber bi Behra Mirî dadikeve û dîmenên balkêş derdikevin holê. (Alî Riza Akkir)