Xeberên saziyî

"Li ser derbeya 15ê Tîrmehê rengvedanên navneteweyî bi temamî bi helwestên elîtên rêvebir ên dinyayê ra paralel bûn"

Andaç Hongur Erpehlivan  | 14.07.2021 - Rojanekırın : 16.07.2021
"Li ser derbeya 15ê Tîrmehê rengvedanên navneteweyî bi temamî bi helwestên elîtên rêvebir ên dinyayê ra paralel bûn"

Istanbul

Serdar Karagozê Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) got, "Li ser derbeya 15ê Tîrmehê rengvedanên navneteweyî bi temamî bi helwestên elîtên rêvebir ên dinyayê ra paralel bûn. Hikûmeta Amerîkan di vê derê da bi awayekî eşkere seba meşrûbûna derbeyê zemîn amade kir, medyaya Amerîkan jî bi helwest û tevgereke paralel dimeşand."

Li Salona Doktorayê ya Zanîngeha Stenbolê panela "15ê Tîrmehê: Serkeftina Îradeya Neteweyî" hat lidarxistin û Karagoz bi sernava "Li ser Hewildana Derbeyê ya 15ê Tîrmehê Bertekên Navneteweyî" axaftinek kir.

Karagoz diyar kir, dema ku hewildana derbeyê ya 15ê Tîrmehê dest pê kir pê va di medyaya Rojava da zemîn hat amadekirin û avantajên vê zemînê hatin bikaranîn û wiha dewam kir, "Me di serê ser da dît ku di medyaya welatên ku dixwazin li Tirkiyeyê rêvebirî biguhere da rengvedanên vê dîtin. Ev rengvedan pir zelal bû; hinekan bi rêya îmakirinê hinekan bi eşkere piştgirî dida vê derbeyê. Ev vê yekê nîşanî me dide; Li ser derbeya 15ê Tîrmehê rengvedanên navneteweyî bi temamî bi helwestên elîtên rêvebir ên dinyayê ra paralel bûn. Hikûmeta Amerîkan di vê derê da bi awayekî eşkere seba meşrûbûna derbeyê zemîn amade kir, medyaya Amerîkan jî bi helwest û tevgereke paralel dimeşand."

Karagoz medyayê jî xwe li gor gotinên rêvebiriya Amerîkayê eyar dikir û diguherand û wiha dewam kir:

"Piştî ku Qesra Spî dît ku derbe bi ser neket, daxuyaniya da ku piştgiriya Tirkiyeyê dike. Hikûmeta Îngiltereyê jî di nav hikûmetên ku pêşiyê daxuyaniya piştgiriyê dan da ye. Medya di vê mijara ku tê da çiv hene da lawaz ma, ew paşê hatin. Em dîsa di vê derê da dibînin ku pişt elîta rêvebir pozîsyona xwe diguherîne, medyaya navneteweyî jî diguhere. Di vê pêvajoya derbeyê da helwesta Rûsyayê eşkere bû. Vladimir Putîn ji wan kesên ku pêşiyê li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan geriyan, yek bû. Hrevokeke wî ya pir eşkere heye: Helewestên dijî Qanûna Bingehîn nayên qebûlkirin."

Serdar Karagoz got tevgera NATOyê baş bû, YE jî di ezmuna demokrasiyê da têk çû û wiha axivî: "Heta gelê Tirk daket kolanan li Ewropayê bêdengiyeke kur çêbû... Bi taybetî tevger û nirxandinên ji Rojavayê çêbûn hema bibêje gişk der barê têkbirina derbeyê da bû. Dema bûyer dibû di nav bêdengiyeke kur da bûn, lê kolan ne wisa bûn. Bi taybetî li kolanên Ewropa, Amerîka û Rojhilata Navîn gel li dijî bêdengiya rêvebirên xwe û piştgiriya eşkere ya derbeyê ya medyaya xwe tevgereke cidî nîşan da. Ne bi tenê Tirk, Ereb û Pakistaniyên li Rojavayê dijîn jî derketin kolanan. Derketina kolanan divê wek bertekên navneteweyî yên dijî derbeyê bên nirxandin."

- "Medyaya civakî di têkoşîna dijî derbeyê da bû alaveke pir cidî"

Karagoz got derbekeran hewl dan ku TRT û Turksatê bi dest bixin û wiha axivî: "Medyaya civakî di têkoşîna dijî derbeyê da bû alaveke pir cidî. Ji ber vê ew negihîştin armanca xwe. Ji ber ku derbe nehat qebûlkirin, gel li ser banga Birêz Serokomarê me bilez derket derva û hewldana derbeyê têk çû, rawestiya. Li gor dîtina min dema em qada navneteweyî dinihêrin, him rêvebirên serkirde û him jî medya hêz li ku be li gor wê tevdigere. Em keliyekî bifikirin heke derbe serkeftî bûbûya, wê wek Misirê manşet bihatana nivîsandin. Li her derê meşrûîyeta derbeyê wê bihata axaftin. Li Tirkiyeyê çi bûye wê bihata gotin ku bila ew li dû xwe bên hîştin û behsa hilbijartinan bila bê kirin. Ev her tim wiha dibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.