ANKARA
Piştî verastkirinan derfet çêbû ku ew hiseyên ev 90 sal bû xwediyên wan nediyar bûn û kesayetiya tuzel ya şirketê nikaribû wan paşta vergire çareser bû.
Li Anadolu Agencyê (AA) piştî ku qanûn ket rewacê peyman hat îmzekirin û bi vê peymanê parên ku li ser navê Midûryeta Giştî hatibûn sitandin ketin nav parên saziyê yên kesayetiya tuzel. Parên ku Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Birêvebirinê yê AAyê Kemal Ozturk ji ber sedemên qanûnî bi peymana heyamî girtibû ser xwe û 12 hezar û 850 lîre berdêla wan dabû, bê bedêl dewr kir.
Piştî qanûna ku di 19ê sibata 2014an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket rewacê bingeha wergirtina parên kesên nediyar ên AAyê, hat bidestxistin. Herwiha di verastkirinê de mafên heyî yên statuya qanûnî û xweseriyê ya AAyê hat parastin.
Piştî qebûlbûna qanûnê li Anadolu Agencyê peymana dewrkirina hiseyan hat îmzekirin. Bi îmzekirina peymanê re parên ku li ser Midûryeta Giştî hatibûn sitendin ketin nav parên kesayetiya tuzel a saziyê. Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Birêvebirinê yê AAyê Kemal Ozturk, parên ji ber verastkirina qanûnan 12 hezar û 850 lîre berdêla wan dabû, bê bedêl dewr kir.
Parên A.Şyê yên Anadolû Agencyê ji sala 1920î vir ve belav û tevlihev bûn. Piraniya parên şirketê li ser Musteşariya Xezîneyê bûn lê ji ber hebûna parên aîdê pardarên ajansê yên nedihatin nasîn em xebatên ku me dikir nedigihiştin encamekê. Carinan lijneya giştî ya asayî ji ber nediyarbûna pardarên nekarîbû bicive. Ji ber ku Qanûna Bazirganiyê ya Nû ya Tirk ket rewacê mecbûr man ku li şirketê mîqdara sermayeyê derxin 50 hezar lîrayî, roja ku şirket hatiye damezrandin heta niha girîngiyê dane ku par ji sedî 50î zêdetir rasterast aîdê dewletê bin, ji ber vê yekê gava ku par hatin zêdekirin, Musteşariya Xezîneyê par nestandibûn.