Akdemir û nûnerên şaxên Komeleya mafên Mirovan yên li Rojhilata Anadoluyê û Başûrê Rojhilata Anadoluyê li Şaxa Diyarbekirê ya KMMyê li ser pêvajoya çareseriyê sekinîn. Akdemîr di axaftina xwe de diyar kir ku divê der barê pêvajoya çareseriyê de gavên cidî bên avêtin, lewra her diçe ji bo vê hêvî dişkên.
Akdemir wiha got: "Em fikarin ku pêvajoyeke pevçûnê dê dîsa dest pê bike. Hikûmetê hîn jî gavên ku divê biavêje neavêtiye, hê jî derbasî qonaxa mûzakereyan nebûn."
Akdemir destnîşan kir ku bingeheke qanûnî divê bê amadekirin û wiha got:
"Zagoneke sîvîl a demokratîk nehat çêkirin, ji bo zimanê zikmakiyê gavên wêrek nehatiye avêtin, astengiyên li ber fikr û îfadeyan nehatine rakirin. Pêvajoya çareseriyê ya ku ji bo pirsgirêka kurd çareser bike hate destpêkirin, divê li gor rê û rêbazekî bimeşe û TBMM jî beşdarî vê xebatê bibe. Divê bingeheke qanûnî bê amadekirin û hemû gavên ku bên avêtin li gor qanûnê bên avêtin."