Mehmet Tosun
07 Nîsan 2021•Rojanekirin: 08 Nîsan 2021
Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Şenol Kazanci peywira xwe dewrî Serdar Karagoz kir.
Civîna Lijneya Giştî ya Asayî ya Sala 2020î ya Ajansa Anadoluyê li avahiya Midûriyeta Giştî hat kirin.
Di Lijneya Giştî da endamên lijneya rêveberiyê ku 6 sal e li ser peywirê bûn, guherîn. Maweya peywira rêveberiya AAyê ya bi serokatiya Kazanci bi dawî bû.
Li Lijneya Giştî da ji bo Lijneya Rêveberiya ya AAyê ya nû Serdar Karagoz, Doç. Dr. Yusuf Ozkir, Prof. Dr. Hasan Nuri Yaşar, Doç. Dr. Îsmaîl Çaglar û Buşra Karaduman Aktuna hatin hilbijartin. Dû ra di civîna ewil a lijneya rêveberiyê da Serdar Karagoz bû Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Serokê Giştî.
Şenol Kazanci ku peywira Serokatiya Lijneya Rêveberiyê û Midûriyeta Giştî dewrî Serdar Karagoz kir, di axaftina xwe ya di merasima guhertina peywirê da diyar kir ku ji bo serkeftina AAyê ew 6 salan bênavber xebitîn û ji bo piştevaniya wî jî sipasiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan kir.
Kazanci bal kişand ku ji bo wî serbilindî ye ku wî di saziya bijare ya Tirkiyeyê AAyê da peywir anî cih. Kazanci wiha axivî:
"Ji bo armanca em dengê Anadoluyê bigihînin dinyayê em 6 salan bênavber xebitîn. Ez ji dil bawer im ku rêveberiya nû jî dê heqê vê peywirê bide û baş bixebite. Îro em li vê derê merasima guhertina peywirê ya wisa dikin ku dikare ji bo hemû saziyan bibe nimûne. Ez kêfxweş im ku ez wê yekê dibînim, lijneya rêveberiyê ya nû ya bi serokatiya Serdar Karagoz dê AAyê bihêztir bike. Ez sipasiya endamên lijneya rêveberiyê dikim ku di xebata me ya AAyê da hevaltiya me kirin. Ji xeynî vê ez sipasiya hemû hevalên me yên din dikim ku bi xebatên xwe va AA kirin marqeyeke dinyayê.”

Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê AAyê yê nû Serdar Karagoz jî sipasiya rêveberiya Şenol Kazanci kir ku AA gihand roja me ya îro û wiha axivî:
"Ajansa Anadoluyê yek ji saziyên herî girîng ên Tirkiyeyê ye. Mîsyona ragihandina dengê welatê me û dengê însanên Anadoluyê bo dinyayê, berpirsiyariyeke giran dixe ser milê me. Di çarçoveya vê mîsyonê da em ê jî bi hewl û xîret bixebitin. Serkeftina AAyê ya di qada navneteweyî da ji îro şûnda berpirsiyariyeke hîn girantir dixe ser milê me."
Midûrê Giştî yê AAyê Serdar Karagoz her wisa sipasiya Serokomar Erdogan kir ku piştgiriya AAyê dike.
-Fahrettîn Altunê Serokê Ragihandinê ya Serokomariyê ji bo civîna Lijneya Giştî ya Asayî ya AAyê got bi xêr be.
Altun di peyama xwe da diyar kir ku salvegera avakirina Ajansa Anadoluyê ya 110î ji dil û can pîroz dike.
Altun diyar kir ku Ajansa Anadoluyê ya ji Têkoşîna Neteweyî vir da dengê Tirkiyeyê digihîne dinyayê bi tecrubeya xwe dîrokê dinivîsîne, navê xwe tevlî ajansên sereke yên dinyayê kir û bi serkeftî karê xwe didomîne.
Altun destnîşan kir ku wekî Serokatiya Ragihandinê ew bi AAya dengê gel digihîne dinyayê ra di kordinasyonê da dimînin û got, "Civîna Lijneya Giştî ya Asayî ya AAyê bi xêr be".
Altun ji bo salvegera avakirinê ya 101î û Lijneya Giştî ji Xazî Mustafa Kemal Ataturk û kesên keda wan tevlî ajansê bûn ra sipas kir û ji hemû xebatkaran ra serkeftîbûn xwest.