Xeberên saziyî

Serokê Ragihandina Serokomariyê Altun bi mebesta pîrozbahiyê serdana Rêveberê Giştî yê nû yê AAyê Karagoz kir

Serokê Ragihandina Serokomariyê Fafrettîn Altun bi mebesta pîrozbahiyê serdana Serokê Lijneya Rêveberiyê û Rêveberê Giştî yê nû yê Ajansa Anadoluyê (AA) Serdar Karagoz kir.

Mehmet Tosun  | 07.04.2021 - Rojanekırın : 08.04.2021
Serokê Ragihandina Serokomariyê Altun bi mebesta pîrozbahiyê serdana Rêveberê Giştî yê nû yê AAyê Karagoz kir

Ankara

Serokê Ragihandina Serokomariyê Fafrettîn Altun bi mebesta pîrozbahiyê serdana Serokê Lijneya Rêveberiyê û Rêveberê Giştî yê nû yê Ajansa Anadoluyê (AA) Serdar Karagoz kir.

Altun li Rêveberiya Giştî ya Ajansa Anadoluyê ji aliyê Karagoz digel Cîgirê Rêvberê Giştî û Gerînendeyê Weşana Giştî Metîn Mutanoglu û Cîgirê Rêveberê Giştî yê AAyê Mustafa Ozkaya ve hat pêşwazîkirin.

Fahrettîn Altun di axafitna xwe ya di serdanê de destnîşan kir ku AA, ji wan saziya ye ku reşka çavê Tirkiyeyê ne.

Altun anî ziman ku Ajans di dîroka medyayê ya Komara Tirkiyeyê de saziyeke ji yên herî giring e, herwiha AA di nava ajansên cîhanê de di xaleke gelek giringî berbiçav de ye û wiha got, "Îro li vêderê guherîna alayê çêbû. Min bi mebesta pîrozbahiyê li Rêveberê me yê Giştî, Serokê me yê Lijneya Rêveberiyê, ev serdan kir. Ser xêrê be."

Altun herwiha ji ber xizmetên wî yên giranbuha spasiya Şenol Kazanciyê Serokê Lijneya Rêveberiyê û Rêveberê Giştî yê berê Şenol Kazancî kir û wiha got, "Xwedê xizmetên xweş bike nesîb. Ez bawerim pêkve emê di serdema nû de jî xebatên xweş bikin."

Rêveberê Giştî yê AAyê Karagoz jî spasiya Altun kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.