Ahmet Aydın
28 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2019
ÎSTANBUL
Îstanbul Photo Awards 2019 pêşbirka fotografên nûçeyan a navneteweyî ku îsal ji aliyê Ajansa Anadoluyê (AA) ve 5emîn car tê lidarxistin, juriya wê diyar bû.
Di juriya îsal a pêşbirkê de Gerînendeya Giştî ya Weşana Parîs Match Digitalê Marion Mertens, nûçegihanê fotoyê yê endamê Ajansa Noorê Yurî Kozyrev, nûçegihanê fotoyê û şêwirmendê medyaya dîtbarî Georges De Keerle, Dîrektorê Geşepêdana Kargêriyê û Belavkirina Fotoyan ê AFPê Michel Scotto, nûçegihana fotoyê û û nivîser Deborah Copaken Gerînendeyê Weşanên Nûçeyên Dîtbarî yê AAyê Ahmet Sel û Edîtorê Fotoyan ê AAyê Firat Yurdakul cî digirin.
Deborah Copaken a ku li Afxanistan, Îsraîl, Romanya, Zîmbabwe û Rûsyayê nûçegihaniya fotoyê kiriye îsal beşdarî juriya Îstanbul Photo Awardsê bû.
Copakena ku di heman demê de çêkereke xwedan xelata Emmy ye, fotografên wê di weşanên navdewletî yên weke New York Times, Financial Times, L'Express, Libération, Géo, Stern hatin weşandin.
Copaken herwiha nivîsera pirtûkên weke "Shutterbabe", "The Red Book" ku zêde hatine firotin e û hêjî li The Atlanticê de qunciknivîseriyê dike.
- Juri dê di meha nîsanê de bicive
Endamên juriyê yên pêşbirkê bi mebesta destnîşankirina fotografên serkeftî dê meha nîsanê li Tirkiyeyê bicivin.