Xeberên saziyî

Ji roja dawîn a serlêdana Istanbul Photo Awards 2020î ra 8 roj ma

Serlêdanên ji bo Istanbul Photo Awards 2020î wê di 15 Sibatê da bi dawî bibe

Abdullah Tel  | 07.02.2020 - Rojanekırın : 08.02.2020
Ji roja dawîn a serlêdana Istanbul Photo Awards 2020î ra 8 roj ma

Ankara

 Serlêdanên ku di 31ê Rêbendana 2020î da diqediya heya 15ê Sibatê hat dirêjkirin û ji bo serlêdana Istanbul Photo Awards 2020î 8 roj ma.

Qewlê serlêdanê ya asayî di 31ê Rêbendana 2020î da diqediya lê ji ber eleqeya zêde dem hat dirêjkirin.

Serlêdan ji ser navnîşana "http://istanbulphotoawards.com"ê tên wergirtin.

- Serlêdan heta 15ê sibatê hat dirêjkirin

Di nav sê mehan da nêzîkî ji 80 miletî wênekêşan serî li pêşbirkê dan û ji ber eleqeya zêde dema serlêdanê heta 15ê sibatê hat dirêjkirin.

Pêşbirk di kategoriyên "Nûçeya Kit", "Nûçeya Serî", "Spora Kit" û "Spora Serî" da hat lidarxistin û serlêdana pêşbirkê li ser navnîşana "http://istanbulphotoawards.com"ê tê kirin.

Xelata mezin a pêşbirkê wê bidin fotoya yekemîn a kategoriya nûçeya kit a "Fotoya Salê". Nûçegihanê ku wêne kişandiye wê 8 hezar dolar xelata pere qezenc bike. Ji bo yekemînên her kategoriyê her yekî 5 hezar, ji bo duyemînan her yekî sê hezar, ji bo sêyemînan jî her yekî hezar û 500 dolar pere wê wek xelat were dayîn.

Wêneyên ku xelatê qezenc bikin wê li bajarên giring ên wek Tokyo û New Yorkê bên pêşandan û têkevin albuma fotoyan a Istanbul Photo Awardsê.

Wêneyên di Istanbul Photo Awardsê da berê cih girtine û xelat hildane jî ji ser navnîşana înternetê ya "istanbulphotoawards.com"ê dikarin bên dîtin.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.