Abdullah Tel
15 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2019
ÎSTANBUL
Di navbera Ajansa Anadoluyê (AA) û Rêxistina Hevkariya Aborî ya 8 Welatên Pêşdikevin (D-8) da protokola hevkariyê hat îmzekirin.
Di merasima îmzekirinê ya ku li Ofîsa Stenbolê ya Ajansa Anadoluyê hat kirin da Sekreterê Giştî yê D-8ê Serbalyoz Dato Ku Jaafar Ku Shaarî axivî û bibîr xist ku ev rêxistin bi pêşniyaza merhûm Necbettîn Erbakanê ji serokwezîrên berê yên Tirkiyeyê bû, hat damezrandin.
Shaarî destnîşan kir ku AA di qada netewî û navneteweyî da saziyeke pir mezin e û li çar aliyê dinyayê ofîsên wê hene û zimanê Erebî, Îngilîzî Farisî, Kurdî (Kurmancî/Soranî) jî tev bi pir zimanî weşaneke serfirazî dibe serî û wiha pê da çû: "Em mecbûr in ku bi AAyê ra bixebitin. Lewra Ajansa Anadoluyê bi tenê dengê Tirkiyeyê nîne ew di heman demê da dengê alema Misilmanane jî. Ez wisa bawer dikim ku divê em bi AAyê ra bixebitin."
Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Mustafa Ozkaya jî destnîşan kir ku di organîzasyona D-8ê da cih girtin ji bo AAyê jî îmtiyazeke û ew ê jî di çarçoveya protokolê da hemû kar û xebatên D-8ê ji nêz va bişopînin û biweşînin.
Di axaftina xwe da Ozkaya got ku ewê piştevaniyê bidin organîzasyonên D-8ê û wiha pê da çû: "Ev peyman wê li ser kaxiz nemîne."
Ozkaya ragihand D-8 Tirkiye jî di nav da ji Endonezya, Bangladeş, Misir, Îran, Malezya, Nîjerya û Pakistanê pêk tê û bibîr xist ku Tirkiye û Endonezya di nav 20 welatên dinyayê yên aboriya wan herî mezin e da cih digirin.
Piştî axaftinan Ozkaya û Shaarî protokola hevkariyê îmze kirin, wêneyên wan hatin kişandin û Ozkaya û Shaarî diyarî dan hev.
Di çarçoveya protokolê da Ajansa Anadoluyê ya ku bû Şirîkê Ragihandina Global a D-8ê wê hemû kar û barên organîzasyonên D-8ê ji nêz va bişopîne, nûçeyên wan çêke û bi hemû zimanên weşan pê tên kirin jî wê biweşîne.