ANKARA
Anadolu Agencyê (AA) ragihand îdiaya ku bi tenê AAyê bernameya Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande ya li Zanîngeha Galatasarayê şopandiye derew e. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Reuters û AFPê jî bername şopand û kîjan nûçegihanên saziyên çapemeniyê xwest, beşdarî bernameyê bûn.
Dîrektoriya Ragihandina Saziyî ya Anadolu Agencyê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku îro di hin nûçeyan de hat gotin ku "Bi tenê AA beşdarî bernameya Serokomarê Fransayê Hollande ya li Zanîngeha Galatasarayê bû" Ev nûçe derew in.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bilî AAyê, Reuters, AFPê jî bername şopandin û kîjan nûçegihanên saziyên çapemeniyê xwest, beşdarî bernameyê bûn. Îdiayên din ên ku dibêjin bi tenê AAyê bername şopand derew in.