ANKARA
Ajansa Anadoluyê di daxuyaniya xwe de wiha nivîsî: "Axaftinên panelê bêyî ku dûr û dirêj bên dayîn, bi kurt hatin dayîn. Ji ber vê jî nûçe baş nehat fêmkirin. Jixwe bi nûçeyeke nû ve axaftinên panelê ji nû ve hatin dayîn."
Ji hêla din ve, hat dîtin ku di serenavê nûçeyê û naveroka nûçeyê de nakokî heye. Di feraseta nûçevaniya AAyê de divê serenav ji naveroka nûçeyê cûdatir nebe.
Ji bo ku ev mijara hesas hate rojevê û ev xeletî ji holê rabin biryar hat dayîn ku, nûçe bê sererastkirin û ji nû ve bê bayîn. Lê li şûna "sererastkirinê" bi şaşî hatiye gotin ku "betalkirin" û îlan hatiye dayîn.
Tê îdiakirin ku AA ji daxuyaniyên Amerîkayê tirsiyaye û ji ber vê nûçe betal kiriye. Lê ev rexne ne rast e.
Di wê nûçeya ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan qala mijarê dikir de guherîn nehatiye kirin. Di weşanên AAyê yên bi zimanê îngîlîzî, erebî, boşnakî û rûsî de jî guherîn nehatiye kirin.
Em vana bi rêzdarî digîhînin raya giştî.
Dîrektoriya Ragihandina Saziyê