Türkan Tosun
03 Nîsan 2019•Rojanekirin: 05 Nîsan 2019
Di daxuyaniya Ajansa Anadoluyê (AA) da hat gotin axaftina Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriya AAyê Şenol Kazanci ya bi xebatkaran ra ji saziyê hatiye pişkandin, tiştên wî negotine wek yên wî ne hatine nîşandan û "Gotinên îro qaşo hin mecrayên medyayê da cih girtine, dibêjin gotinên Midûrê me yê Giştî ne, yên bi taybetî der barê malbata wî da hemû derew in, ji ber xwe hatine gotin."
Di daxuyaniyê da hat gotin Ajansa Anadoluyê encamên Hilbijartinên Giştî ya Rêvebiriyên Herêmî ya 31ê Adarê bilez û serkeftî bi raya giştî ra parve kir. Lê di hin cihan da bi zanetî nûçeyên derew hatin weşandin, buxtan hatin kirin. Îro jî mixabin ev gihîşte asteke wisa ku Midûrê Giştî Kazanci û malbata wî hedef tê girtin, li hemberî wî bi awayekî bêînsaf û dijî exlaqê tevdigerin.
Di daxuyaniya Ajansa Anadoluyê wiha hat gotin: "Qaşo hin saziyên medyayê yên ku rojnamevaniya wan ji xeybê derbastir nabin hewl didin bi eşkere li dijî kesayetiya qanûnî ya Ajansa Anadoluyê û rêvebirên wê suîqesta îtibarê bikin. Ev derew, buxtan û darazên gihîştine malbatên rêvebirên me li ser navê medyaya Tirk bûyereke şerm e."
Axaftina Midûrê me yê Giştî ya di civîna rojevê ya Ajansa Anadoluyê da bi xebatkaran ra kiriye ji saziyê hatiye pişkandin, tiştên wî negotine wek wî gotiye hatine nîşandan. "Gotinên îro qaşo hin mecrayên medyayê da cih girtine, dibêjin gotinên Midûrê me yê Giştî ne, yên bi taybetî der barê malbata wî da hemû derew in, ji ber xwe hatine gotin. Wek Ajansa Anadoluyê em dixwazin bibêjin yên agahiyên şaş didin raya giştî, îmzaya xwe davêjin weşanên dijî wijdan û exlaqê wê li ber darazê hesabê vê bidin."