Xeberên saziyî

AA û Ajansa Nûçeyan ya Polonyayê peyman îmze kir

Di navbera AA û Ajansa Nûçeyan ya Polonyayê da peymana hevkariyê hat îmzekirin

Fatih Gazioğlu  | 05.04.2019 - Rojanekırın : 06.04.2019
AA û Ajansa Nûçeyan ya Polonyayê peyman îmze kir

Berlin

Di navbera Ajansa Anadoluyê (AA) û Ajansa Nûçeyan ya Polonyayê (PAP) da peymana hevkariyê hat îmzekirin.

Peyman li Berlîna paytexta Almanyayê, di çarçoveya merasima Konferansa Yekîtiya Ajansên Nûçeyan ya Ewropayê da hat îmzekirin.

Li ser navê AAyê Alîkarê Midûrê Giştî û Gerînendeyê Giştî Metîn Mutanoglu û li ser navê PAPê jî Serok Wojcîech Surmacz peyman îmze kir.

Alîkarê Midûrê Giştî û Gerînendeyê Giştî Metîn Mutanoglu piştî merasimê daxuyanî da û bal kişand ser girîngiya peywendiyên Tirkiye û Polonyayê û wiha axivî:

"Em wekî Ajansa Anadoluyê gelekî girîngiyê didin hevkariyên wiha. Em dixwazin bi saya vê peymanê têkiliyên Tirkiye û Polonyayê xurtir bibin. Ev peyman wê ji bo têkiliyên siyasî û aboriya di navbera herdu welatan jî kêr bê."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın