Önder Beyter
01 Nîsan 2019•Rojanekirin: 02 Nîsan 2019
Di daxuyaniya Ajansa Anadolu (AA) da hat destnîşankirin ku Ajans, encamên hilbijartinê radigihîne û bi vî awayî peywireke qamûyê tîne cih û wiha hat gotin, "Ji bo ku gelê me bi zanyariyên rast agahdar bibe, daneyên herî dawîn ên ku hatine dê bîstek şûnda bên nûkirin û dê ji bo aboneyan bên veguhestin."
Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku AA ji sala 2014an pê va li Tirkiyeyê ew dezgeha medyayê ye ku encamên hilbijartinê bi tenê ew radigihîne, di vê pêvajoyê da jê yek herêmî, 5 hilbijartin û referandumek bi serkeftî ji aboneyên xwe ra veguhast û herwiha daneyên wê û yên Lijneya Bilind a Hilbijartinê ku çend roj şûnda teqez dibin, li gorî hev in ku ev yek jî nîşaneya serkeftina AAyê ye.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku Ajansa Anadolu di van hemû hilbijartinan da çend saet beriya ku encamên teqez bên ragihandin, peywira li ser stûyê xwe ya agahdarkirina raya giştî aniye cih û wiha hat gotin, "Divê em nexasim vê yekê bînin ziman, yên ku êvara hilbijartinan encamên li gorî dilê xwe bi dest naxin, Ajansa Anadolu dikin armanc, dixwazin îtibara wê bişikênin û herwiha êrîşî xebatkarên wê dikin û hewl didin ku bi vî awayî têkçûna xwe veşêrin. Lêbelê kêngî ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê encamên fermî ragihandine, ev kes mehcûb bûne."
Herwisa di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Ajansa Anadolu piştî ku sandoq hatin girtin, dest bi peywira xwe ya veguhestina daneyên Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên 31ê Adarê kir û heya piştî nîvê şevê bênavber dane veguhestin. Ji ber ku ji hin sandoqan bi awayekî durist dane nehatin dabînkirin, bo demekê veguhestina daneyan hat rawestandin; ji ber ku der heqê encamên sandoqan ên mayîn ên ji sedî yekê da dane nehatin, biryar hat standin ku xwe li hêviya encamên Lijneya Bilind a Hilbijartinê bigirin. Ji bo Stenbola ku rêjeya dengan a namzedan gelekî nêzîkî hev e, ew biryar, biryara herî rast û di cih da ye ku meriv di qonaxa dawîn a ku dane bi awayekî dirust dihatin da bisekine û xwe li hêviya encamên ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê dê ragihîne bigire. Lijneya Bilind a Hilbijartinê mîna her carê encamên neberwext bi awayekî zelal ji bo raya giştî radigihîne. Li welatê me ku demokrasiyeke wê ye qewîn heye, wekî Ajansa Anadolu hewl û xebata me ya veguhestina daneyên herî bilez, ewle û rast ev 100 sal e berdewam e.
Ajansa Anadolu A.Ş. encamên hilbijartinê radigihîne û bi vî awayî peywireke qamûyê tîne cih. Ji bo ku gelê me bi zanyariyên rast agahdar bibe, daneyên herî dawîn ên ku hatine dê bîstek şûnda bên nûkirin û dê ji bo aboneyan bên veguhestin."