22 Sibat 2016•Rojanekirin: 23 Sibat 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku îdiaya "Tumgeneralekî mensûbê TSKê li Sûriyê hat kuştin" ne rast e.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên leşkerî hat hildan, di hin dezgehên çapemeniyê da îdia dikin ku "Tumgeneralekî ku di TSKê da wezîfedar e, li Sûriyê hat kuştin". Rastiya van îdiayan tuneye.
Rayedaran diyar kir nûçeya vê mijarê "derew" e.