Ekip
05 Hezîran 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
ZONGULDAK
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Bi operasyonên serkeftî yên du salên dawîn me pişta rêxistina terorî şikand."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan li mitînga Zonguldakê axivî.
Di axaftina xwe de pêşî rexne li namzedê CHPê Muharrem Înce girt û wiha nirxandin kir:
"Em nebûn ji wan kesên ku terorîstê li Edîrneyê ziyaret kir û wek namzedê serokomariyê derket hemberî gel, em ê nebin. Muharrem Beg ji wir dest bi ziyaretê dike, tirbeyê ziyaret dike. Wax reben wax. Heta ku tu wî terorîstê li Edirneyê ziyaret dikî were ji gelê xwe helaliyê bixwaze. Tu wateya wê tune ku tu ji wir îcazetê bistînî, tu tişyek nakeve destê te jî."
Li ser Efrînê jî wiha agahî da:
"Jimara terorîstên ku di operasyonên li Efrînê de hatin berterefkirin tenê 4 hezar û 497 e, li bakurê Iraq 446, li nav welêt 443 ye. Piştî Efrînê me ji bo ku avzêlên terorê yên din ziwa bikin dest bi avêtina pêngavên hewce kirin."
Di mijara Şingalê de jî Erdogan wiha axivî:
"Di serî de serokên wan em ê bedêla 34 salan qetlkirina ewladên vê gelê ji hemû terorîstan bistînin. Hewce bike em ê biçin Şingalê û ya pêwîst bikin. Em serê vî marê ku ev 34 sal in kirine belaya serê gelê me gav bi gav jêdikin. Em biryardar in ku terorê bi temamî ji rojeva vê welatê rakin. Em li bendê namînin ku terorê bê ber deriyê me, beriya ku terorê bê ba me em diçine çavkaniya wê."
Nîqaşa gotinên Muharrem Înce yên der heqê fermande Metîn Temel de Erdogan wiha domand:
"Birêz Înce ji bo fermandarê me yên qehreman ê serê hemû operasyonên me, ji fermandarê me Îsmaîl Metîn re çi dibêje? Dibêje ku 'Ez ê apoletên wî jê bikim.' Yaw jixwe dê ev gelê min di 24ê hezîranê de heda te bide kesekî wekî te yê ku hed nizane. Tu ji kengî ve bûyî Hîtler yaw? Çawa li ser maseya min rûdinê, çawa ji bo axaftina min çepikan lê dixe? Yaw ma hedê te ye? Ez paşayê wî jî me. Li gor Destûra Bingehîn niha ez paşayê hemûyan im. Lê ev cahil vê jî nizane kî. Di vê axaftina min de ji bo cihê ku bê teqdîrkirin çepikan lê xistiye, ma hedê te ye, tu kî yî, hedê xwe bizane."
Ji bo operasyona FETO jî wiha axivî: "Bi qasî wan namerdan şaxên wan ên li vir jî ew qas ditirsin ku em FETOparêzan digirin û teslîmê darazê dikin. Me hemû operasyonên xwe yên terorê digel mixalefeta sereke, digel CHPê, digel Kemal Beg, digel Muharrem Beg kirin."
Serokomar Erdogan eşkere kir ku dê heta dawiya salê ji bo Saziya Taşkomurê ya Tirkiyeyê 1000 kesî hildin, dê sala bê 500 kesên din jî bigirin.