ÎSTANBUL
Hereketa Mertalê Feratê ya ku di 24ê tebaxa 2016an de Tirkiyeyê ji bo sînorên xwe ji DEAŞ û PKK/PYDa rêxistina terorê paqij bike da destpêkirin û temam bû, derbe li xeyala PKK/PYDa rêxistina terorê xist "ku dixwast bi korîdoreke terorê xwe bigihîne Behra Spî". Piştî operasyonê bi sed hezaran sivîl vegeriyan welatê xwe.
Hereketê sala par piştî ku Artêşa Tirkiyeyê di meha tebaxê de ketibû Cerablusê dest pê kiribû.
Navenda Cerablusa bajarê tirkmenan di roja ewil a hereketê de hatibû xilaskirin. Yekeyên Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) a ku Artêşa Tirkiyeyê piştgirî didayê piştî Cerablusê ketibûn Tahtaniya dikeve aliyê başûrêrojhilatê herêmê û dû re ber bi bajaroka Keklîceyê ve çûbûn.
ASAyê gundê Elwaniye, Kamir (Haymar) û Karakûyû ya Jêrîn ku dikevin aliyê başûrê rojavayê herêmê ji DEAŞê xilas kirin.
Di sefheya ewil a Hereketa Mertalê Feratê de yekeyên ASAyê yên ku Artêşa Tirkiyeyê piştgirî dida wan navenda navçeyekê tevî 38 gundan ve ji DEAŞ û PKK/PYDê rizgar kirin.

- Temasa DEAŞê ya bi sînorê Tirkiyeyê ra hat birîn
Di rojên din da herekat ber bi gundên Xanîme, Suweyda, Kandura, Ras el-Coz û Beyt Mihemed Xelîlê pêş ket. Di heman demê da yekîneyên li Çobanbeyê gundên Xattabatî Mela Yaqûb û Kersenliyê sitandin.
Li Cerablus û Çobanbeyê mesafeya di navbera yekîneyên ASAya di piştgiriya TSKê da dakete 15 kîlometreyan. Di roja 12an a hereketê da ASAya ku bi piştgiriya TSKê va pêşda çû xeta di navbera Ezez û Cerablusê da gihande hev. Bi vî awayî temasa DEAŞê ya bi sînorê Tirkiyeyê ra hat birîn.
- Herêmên ewledar hatin firehkirin
Piştî ku temasa bi sînor ra hat birîn dest pê kirin ber bi nav Sûriyeyê herêmên ewledar fireh kirin.
Di nav 15 rojên dawîn da kêmzêde 650 kîlometreqere erd ji rêxistinên terorê hat paqijkirin, çaxê gihîştin nîvê îlonê li bakurê Helebê 850 kîlometreqere erd ji PKK/PYD û DEAŞa rêxistinên terorê hat paqijkirin, kêmzêde 100 gund hatin xilaskirin.
Di roja 45an a herekatê da li herêma Çobanbeyê kûrahiya herêma ewledar gihîşte 20 kîlometreyî.
- Hedef Bab
Hedefa herekata ku Tirkiyeyê ji bo sînorên xwe ji PKK/PYD û DEAŞa rêxistinên terorê paqij bike kir ew bû ku Baba navçeya Helebê bistînin.
ASAya di piştgiriya Tirkiyeyê da gelek herêmên ku ji bo navenda Kilîsê û Ezezê tehdîd bûn sitand û ber bi Babê meşiya.
ASAyê piştî Suran û Dabiqê Axtarîn jî bi dest xist, berî xwe da Susyana li bakurê navenda Babê û ew dera jî sitand.
- Dijî Tirkiyeyê hevkariya PKK/PYDyê û Esed
Li bakurê Helebê piştî yekîneyên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) yên di navbera Ezez û Cerablusê da dijî DEAŞê şer dikin berê xwe dan Babê PKK/PYDya Efrîn, Minbic, Kobanî, Tel Ebyad û Heseke hilda ye dest bi tevgeran kir.
Di dawiya adara 2016an da PKK/PYDyê li bakurê Sûriyeyê federasyon îlan kir û Baba cînarê Minbicê ye hilda û xwest li rojava û rojhilatê çemê Feratê herêmên hildane bike yek û loma jî dijî Artêşa Sûriyeya Azad û Artêşa Tirkiyeyê ket nav hewldanan.
Li rojavayê Babê PKK/PYD û rejima Beşar Esed êrîş birin ser gundên Tel Cîcan û Tel Madikê ku ASAyê ji DEAŞê hildabû. Rejima Esed bombeyên warêlê diavêt û hêzên PKK/PYDyê jî ji bejayiyê va êrîş kirin.
Hêzên ASAyê li rojavayê Babê gundên Hazwan, Kufeyr, Ezraq û Dilbaşê û li rojhilat jî gundên Berazî, Arifiye û Zurzurê hildan û nehiştin PKK/PYD ber bi Babê va here.
Operasyona Mertalê Feratê rê li ber DEAŞ û PKK/PYDyê girt.
PKK/PYDyê li rojhilatê bakurê Sûriyeyê li ser sînorê Tirkiye-Iraqê ji Hesekeyê heta Tel Ebyad, Kobanî û Minbicê dixwest bigihîne Efrîna li hember Hatayê. Bi operasyona Tirkiyeyê herêma di navbera Minbic û Efrînê da hat xilaskirin.
Bi operasyona Mertalê Feratê li bakurê Helebê di nav Ezez, Bab û Cerablusê qadeke qederê 2 hezar û 300 kîlomêtro ji rêxistinên terorê hat paqijkirin û heyata sivîlên di bin zexta DEAŞê da normalîze bû.
- Cerablus
Piştî ku Cerablus ji destê DEAŞê hat xilaskirin, teqemeniyên bi destan va hatine çêkirin û mayîn hatin paqijkirin, xebatên binesaziyê dest pê kir.
Piştî 4 salan cara ewil e li bajêr ceyran hat. 3 nexweşxane û 6 dibistanan dest bi xizmetê kir.
Cerablus dema kete destê DEAŞê nifusa wê bi qasî 5 hezarî bû, lê piştî Hereketa Mertalê Feratê hin xebatên binesaziyê hatin kirin û bi pêşengiya Tirkiyeyê kesên ku di konbajaran de dijîn vegeriyan bajêr. Yên li Îdlib, Humus, Reqa û Deyr ez-Zorê dijîn jî hin kes hatin Cerablusê û nifusa bajêr ji 50 hezarî derbastir bû.
- Bab
Piştî Minbicê bajarê Babê bajarê herî mezin e û li vir jî xebatên binesaziyê, temîrkirina avahiyan dewam dike.
Gelek penaber vegeriyan malên xwe û nifusa bajêr a ku beriya Hereketa Mertalê Feratê 12 hezar bû û niha gihîştiye 80 hezarî.
Li bajêr Nexweşxaneya Hikmetê û nexweşxaneyeke ku Tirkiyeyê ava kiriye nexweşan tedawî dikin û yeke nû jî tê çêkirin. Ji 30 dibistanan 12 dibistan yên ku hatine temîrkirin perwerdeyê didin.
Ji bilî Babê li Bîzayê jî nifus gihîşte 40 hezarî, li Kabasînê jî nifus bû 25 hezarî.
- Çobanbey (Raî)
Li Çobanbeya (Raî) bajarê tirkmenan ya ku li hember navçeya Elbeyliya Gazîentabê ye jî piştî Hereketa Mertalê Feratê xebat dewam dikin ku bajar ji nû va bê avakirin.
Piştî çar salan cara ewil e çend saetan carekê li navenda bajêr av ji kaniyan tê.
Li Çobanbeyê du navendên tenduristiyê xizmetê didin, nexweşxaneyek jî tê restorekirin. Niha du dibistan perwerdeya sereke didin, lê ji bo ku gelek dibistan dest bi perwerdeyê bikin jî xebat dewam dikin.