2017 ж. 02 сәуір•Rojanekirin: 2017 ж. 03 сәуір
ANKARA
Azmûna Zimanê Biyanî (YDS) ya Serdema Biharê bidawî bû.
Azmûna ku bi destê Navenda Pîvan Bijartin û Bicihkirinê (OSYM) tê kirin, di saet 10.00an da dest pê kir û herwiha 180 deqîqe dewam kir.
Namzedên ku serê dibê hatin ciyê azmûnê, piştî kontrola nasname û ewlekariyê derbasî salonên azmûnê bûn. Deriyên avahiyên ku azmûn lê tê kirin di saet 09.45an da hatin girtin.
Azmûna YDSyê ya Serdema Biharê ji zimanên wekî almanî, erebî, bulgarî, çînî, danîmarkî, ermenîkî, farisî, gurcîkî, holandî, îngilizî, spanyolî, îtalyanî, japonî, koreyî, lehî, macarî, portugalî, rûmenkî, rûsî, sirbî, ukraynakî û yûnanî hat kirin.