Şükrü Gündüz
27 Mijdar 2022•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2022
Li Stenbolê Yetîş Goydagê 43 salî wexta ku ji diya xwe bû, ji zêhna xwe astengdar hat dinyayê. Yetîş cara ewil ket karekî û pê şa dibe.
Yetîş Goydag li taxa Sultançîftlîgî ya Çekmekoyê dijî û ji ber ku ji sedî 70 ji zêhna xwe astengdar e, heta vî emrê xwe di tu karî da nexebitiye.
Mixtarê taxê Engîn Çelîk û şêniyên xêrxwaz ên taxê seba piştgiriya astengdara ocaxeke çayê vekir û seba Goydag derfeta kar çêbû.
Mixtar Çelîk ji bo ku di çayxaneyê da bixebite bi malbata Yetîş ra axivî. Malbatê ev teklîf qebûl kir û pê şa bû.
Yetîş Goydag bi vî hawî cara ewil kete karekî û dema ku behsa ketina xwe ya kar kir, şabûna giriya.
Goydag daxuyand, ew pir şa dibe ku dest bi xebatê kir ê wiha dewam kir, "Ez serê sibehê têm, vê derê vedikim, çayê dem dikim, paqijiyê dikim. Ez bi karê xwe ra pir şa dibim. Êdî karekî min heye. Ez perê nanê xwe qezenc dikim. Ez ji karê xwe pir razî me. Wexta ku li malê dimam, aciz dibûm. Ez nawestim û pir bextewar im."
Îpek Goydaga dayika 5 zarokan diyar kir, ew pir şa bûn ku kurê wê Yetîş cara ewil dest bi kar kir û wiha dewam kir, "Yetîş tenê vê derdorê dizane. Heta ku mezin bû, nexweş bû. Dest bi kar kir, rehet bû, kêfxweş û bextewar e. Serê sibehê radibe, taştêya xwe dixwe û reverev diçe kar. Yetîşê min heta 43 saliya xwe di tu karî da nexebitî. Vêga ji karê xwe hez dike."