29 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji bo Xelatên Çand û Hunerê ya Serokomariyê yên 2016an, kesên weke Mustafa Kutlu, Prof. Dr. Kemal Haşim Karpat, Erol Parlak, Şener Şen, Feridun Ozgoren û Suheyl Unver layiq dîtine.
Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê, Xelatên Çand û Hunerê yê Serokomariyê gihîştin xwediyên xwe.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Mustafa Kutlu yê ku li dijî biyanîbûyinê dîroka me û nirxên me yên xwemalî diparêze û pêwendiyeke xurt di nava xwe û gel da daniye, Prof. Dr. Kemal Haşim Karpatê civaknasê navneteweyî û dîroknas, Prof. Dr. Erol Parlakê hunermendê mûzîkê û hostayê baxlamayê, Şener Şenê aktorê sînemavan, Feridun Ozgorenê hunermendê ebrû, miyatur xêzên hunerî û herwiha Suheyl Unverê hunermendê wênekêşî û wênesaziya tezhîb û boyaxên avdar layiqê van xelatan in."
Rêwresma bexşîna Xelatên Çand û Hunerê ya Serokomariyê wê li Kulliyeya Serokomariyê birêve biçe. Tarîxa rêwresmê hê nehatiye eşkerekirin.